Îşxalkerên sîyonîst êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin
Xwespkerên sîyonîst, bi tevî îşxalkerê Yehuda Glickê endamê ber yê Knessetê di seatên serê sibê de êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin.
Îşxalkerên Cîhûyî, di derê El-Mexarîbeyê (Fas) de êrîşî Mescîdî kirin.
Polêsên îşxalkeran jî di dema gera provokatîf de îzîn neda ku Filistînîyan îbadetên xwe bikin û di têketina wan de astengîya derxist.
Xwespkerên îşxalker, ji sala 2003yan vir ve di bin parastina polêsan de dikevin nav Mescîdî Eqsayê. Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê, ev teşebûsên ku serxwebûnîya Misilmanan îxlal dike bi navê “êrîş”ê dide wesifandin. (ÎLKHA)