• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Mesrûr barzanî êrîşa li Mêrdînê şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mesrûr Barzanî derheqê êrîşa ku li Mêrdînê li welatîyên Herêma Kurdistanê hat kirin de û di encama wê êrîşê de 4 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya Mesrûr Barzanî de weha hat gotin, “Şeva borî li bajarê Nsebînê yê girêdayî parêzgeha Merdîna Tirkiyê, di encama êrişa ser welatiyên Herêma Kurdistanê de 4 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû. Ez ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Ji birîndaran re şîfayê dixwazim.
Digel ku em bi tundî vê sûcê şermezar dikin, em bang li dewleta Tirk dikin ku di zûtirîn dem de sedemên vî sûcî eşkere bike û sûcdaran derxîne pêşberî dadgeriyê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir