• DOLAR 32.841
  • EURO 35.253
  • ALTIN 2449.595
  • ...
Li Ermenistanê di leşkergeha leşkerî de şewat derket: 15 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Parastin yê Ermenistanê ragihand, di leşkergeha ku nîşandar û endazyar tê de dijîyan de di nîvê şevê de şewat derket, di encama şewatê de 15 leşker mirin, 3 leşker giran birîndar bûn.

Li gorî daneyên ku ji medyaya mehellî hatine bidestxistin şewat, li gundê Azata ku li herêma Gegharkunika derdorê Çema Sevalê ye di seat 01.30yan de ji ber sedemeke ku hêj nediyare pêk hatîye.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hindir ve hat belavkirin de jî hat diyarkirin ku şewat di seat 06.30yan de bi temamî hat tefandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir