Nifûsa Çînê piştî 61 salan cara yekem kêm bû
Nifûsa Çînê di sala 2022yan de yek milyar û 411 milyon û 800 hezarî paşve çû, ev hejmar ji sala 1961an vir ve cara yekem e kêm bûye.
Di nifûsa Çînê ya ku di dinyayê de welata herî qelebalix e de di 61 salê dawîn de cara yekem kêm bû.
Biroya Îstatîstîk a Neteweyî ya Çînê, daxuyand ku nifûs di dawîya 2022yan de 850 hezar kes kêm bûye.
Nifûsa welêt 1 milyar û 411 milyon û 800 hezarî paşve çû.
Pisporan, texmîn dikin ku nifûsa welêt heta sala 2050 109 milyon kes kêm bibe. (ÎLKHA)