• DOLAR 32.567
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2438.696
  • ...
Di navbera eqrebeyan de şerê bi çek: 3 mirî, 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, doh di seatên êvarê de li Taxa Şîrînevlerî pêk hat.

Li gorî îddîayan, di navbera endamên du eqrebeyên ku di navbera wan de neyartî hebûye de nîqaş derket.

Di şerê ku çek hatin derxistin de 3 kesan canê xwe ji dest dan 2 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Abdulkadîr Yukselê.

Ekîbên polês yên ku ji cîhê bûyerê re hatin sewqkirin, li taxê ewlehîyeke mezin girtin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e û polês jî ji bona kesên ku beşdarî şerê bûne biqefêle xebatê da destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir