Erebeyên ku di rêde diçûn li hev qelibîn: 5 birîndar
Li Antaqayaya Xetayê, du erebeyên ku di rê de diçûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Qeza, li herêma Ovakenta ku li ser rêya Antaqya-Îskenderunê pêk hat.
Sedema qezaya erebeyan hêj nayê zanîn.
Mirovên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)