• DOLAR 32.375
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2396.8
  • ...
Li Filistînê 3 ciwan şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Cenînê ku dikeve bakurê herêma Şerîeya Rojava ya Filistînê, îro danê sibê 2 ciwanên filistînî ji ber hedefgirtina otomobîlên wan ji aliyê leşkerên siyonîst ên îşgalker ve hatin şehîdkirin û ciwanek jî birîndar bû.

Li gorî medyaya Filistînê 2 ji wan ciwanên ku li çarrêya Caba ya Cenînê bûn bi giranî birîndar bûn û piştî gulebarankirina leşkerên îşxalker rakirin Nexweşxaneya Razî ya Cenînê û piştî demeke kurt şehîd bûn.

Wezareta Tenduristiye ya Filistine daxuyand ku ciwanen ku şehid ketine nasnameyê wan Izzeddin Basim Hamamire yê 24 sali û Emced Adnan Haliliyê 23 sali ye.

Ji aliyekî din ve ciwanê 19 salî Samir el-Ca'berî yê 19 salî û xelqê bajarokê Yamûn li rojavayê bajarê Cenîn li nexweşxaneya Ibnu Sîna ku ji birînên ku di encama êrîşa hêzên îşxalker de di destpêka vê mehê de girtiye lê dihat dermankirin û şehîd bû.

Hat ragihandin ku îro ji bo şehîdan li Cenînê şîn hat îlankirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir