• DOLAR 32.986
  • EURO 35.313
  • ALTIN 2455.55
  • ...
Siyonîstên îşgalker yek ji wan rayedarê HAMASê 4 kesan desteser kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Siyonîstên îşxalker ku di saetên serê sibê de li Şerîeya Rojava ya Filistînê û Qudsê êrîşî Filistîniyan kirin, 4 kesên ku di nav wan da Serokê Hamasê Abdulbasit El-Hecî jî heye desteser kirin.

Siyonîstên îşxalker ên ku Abdulbasit El-Hacê ji mehkûmên berê û berpirsên HAMASê yê li herêmê binçav kirin, di êrîşa xwe ya li ser Cenînê da erebeya Hecî revand. Hate gotin ku El-Hacê ku zewicî ye û sê zarokên wî hene, 20 salan di demên cuda de dîl hatiye girtin û ji ber êşkence, tengasî û muameleya xerab di vê heyamê de rastî gelek nexweşiyan hatiye.

Ji aliyê din ve siyonîstên îşxalker ku ber destê sibê êrişî Filistîniyan kirin, li Tubas, Ramallah û Qudsê li Şerîeya Rojava 3 kesan desteser kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir