Li ser Pira Xalîçê li dijî wesayîtekê êrîşa çekdarî hat kirin
Li Stenbolê li ser Pira Xalîçê di êrîşa çekdarî ya li wesayîtekê de kesek canê xwe ji dest da.
![Li ser Pira Xalîçê li dijî wesayîtekê êrîşa çekdarî hat kirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/EEyIhoJJxpedZmyj-zcOXefXmlw=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/02/li-ser-pira-xalice-li-diji-wesayiteke-erisa-cekdari-hat-kirin-10b36599.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer li rêya navîn a Pira Xalîça E-5ê qewimî. Ji ber sedemeke nediyar êrîşa çekdarî li wesayîteke di nav tevgerê de hat kirin.
Di encama êrîşê de hat hînbûn ku kesek canê xwe ji dest da û birîndar hene.
Piştî êrîşê rêya navîn a E-5 a Pira Xalîçê ji trafîkê re hat girtin û ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Ekîbên polêsan li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin (ÎLKHA)