• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Ji Îranê ji Efxenistanê re peyama sersaxiyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ebdullahiyanê Wezîrê Karên Derve yê Îranê di hevdîtina digel Emîrxan Mutteqî de dilgiraniya xwe ji ber êrişa terorîstî ya ku bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan nîşan da û sersaxîya xwe teqdîm kir.

Abdullahiyan weha got, "Teror dijminê hevpar ê welatên herêmê ye. Di çarçoveya armancên emperyalîzma cîhanî de bi kuştina mirovên bêguneh hewl didin welatên kolonyalîst li ser welatên herêmê serdest bikin."

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Efxenistanê Emîrxan Muttaqî jî li ser têkiliyên dostane yên her du welatan sekinî û bal kişand ser têkoşîna bi biryar a li dijî terorê bi hevkariya welatên cîran. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir