• DOLAR 32.672
  • EURO 35.218
  • ALTIN 2445.023
  • ...
Omer: Divê ensar jî mihacir jî wezîfeyê xwe zanibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Omer di destpêka axavtina xwe de bi ayeta 10emîn a Hucuratê dest pê kir û dû re li ser hinek meseleyên ku di dîrokê de hatine jiyankirin ji misilmanan re mînakan da.

Omer di axavtina xwe de weha got, “Xwedê Te’ala alîkarê xelqê me yên ku koçber bûne be. ‘Li xelqê me yên ku koçber bune gerek e em xwedî derkevin. Gerek e em bi êşa wan bihesin. Em birîna wan derman bikin. Gerek e em ji wan re rêber û şivan bin. Em paşmêr û alîkar bin ji wan ra.

Ji bo me ev êş û zehmetî ditin. Yekî ku xwe avête bin konê me. Xwe siparte me. Exlaqê me qebul nake ku em xwe jê re sist bikin. Gerek e em xwe jê re biêşênin. Di dîroka Îslamê de çawa misilman çûn li warê Necaşi de derketin. Necaşî jî derî li wan vekir û piştevanî ji wan re kir. Wekî dî ensar û muhacir, di dîroka me de şîret û emsaleke bê hempa ye ku di Qur’ana Pîroz de jî  derbas dibe, dibêje: ‘Ew ên hê ji berê ve li Medîne bicih bûne û berî hicreta muhaciran bawerî anîne, ew ji wan ê ku bi bal wan ve hicret kirin hez dikin û ji bo malê ku ji wan muhaciran re hatiye dayîn di dilê xwe de çavnebariyekê jî nakin. Çendî ku pêdiviya wan bi xenîmetê hebe jî muhaciran di ser xwe re digirin (hewcehiya muhaciran li pêşiya hewcehiya xwe dibînin). Kî xwe ji bexîliya nefsa xwe biparêze, vêca birastî ew in yên rizgarbûyî û yên serfiraz. (Haşr-9)’”

Omer di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku gerek mirov ferqê neke nav mihaciran û ji boan ensartîyê jî li nîjadîyê nenêre û ji ev îfade xwe re ji Seleheddînê Eyyûbî mînakan got, “Dema ku Selahaddînê Eyyubî  bi ser ket  Kurd, Tirk, Ereb, Faris û Çerkez hemû di bin ala Îslamê de civandin.  Bi vê şî’ara ku di ayetê de derbas dibe ‘Misilman hemû bira yê hev in’ tev ê xistine bi konekî de. Digel van em a niha fedîkar in ku em dibêjin em Kurd in, hûn ‘Ereb in, evê hanê Tirk e, Faris e…”

Suleyman Omer di sebeba xwedî nedergetina ji mihaciran de jî hedîsa Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) bîr anît û weh agot, “Pêxemberê me Hz Muhammed (a.s) ji sehabiyan re dibêje:

Wê xelq raserî we bibin. Wê we bi êşênin, wê we aciz kin.

Eshabî dibêjin: Ma em ê wî çaxî hindikbin ya Resulallah!

-“Na, hûn ê pir bin. Bes lê hûnê weke peqpeqokên li ser avê dikevin bin.”

Eshabî dibêjin: Çima wisa ye.

“Hezkirina dinyayê, dilbijandina dinyayê, ne dilbijandina mirinê”

Mixabin, aniha ji dilbijandina dinyayê û hezkirina mal û milkê dinyayê dilê me dije bûye. Lewra ciyê biratiyê tê de nema ye.

Birastî welatiyê Tirkî deriyê xwe li me vekirin. Zêdeyî 3 mîlyonan xelqên koçber mazûvan kirin e. Xwedê xêra wan qebûl bike. Em spasiyên xwe ji wan re dikin. Xwedê Te’ala qeweta me bide ku em şikrê vê nîmetê bikin. Xwedê Te’ala dilê me û zarokê me geş bike, kezeba neyarên me reş bike.

Xwedê Te’ala dîse bike nesîbe me ku em vegerin”

Omer di axavtina xw de ji bo mihaciran re jî tesîyeyan kir û weha got, “Em dîse birayê xwe bibînin. Daxwaziya me eve ku birayê me yê ku ji me re bûne Ensar ji me xweş bin. Û em li kêleka hev bisekinin. Û em bi êş û jan û birînên xwe agadar bibin. Em dixwazin em vegerin bibal Îslama xwe ve. Vegerandine îzzeta me hemûyan tenê bi Îslamê ye. Xwedê teala civîna me û hezkirina me mezintir bike. “

Omer di dawîya axavtina xwe de derheqî hewcetîya yekbûnîya misilmanan kir û weha got, “Hûn bibin yek bi hev re lewra yekî ku li dawiya celeb û kerî bi tene bimîne wê bibe nesîbê gur. Xwedê Teala guran ji me dûr bike. Ne kêmayî ye ku bira û dost û bav ji hev re xulam bin. Divê huner û sin’eta me xelq ji me hîn bibin. Ne em ji xelqên biyanî bielimin. Lazim e ku çûnûhatina me zêde bibe. Em bêhtir hevdû bibînin û em bêhtir bi hev re vi peyivin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir