Li Kabîlê teqîn: Mirî û birîndar hene
Li paytexta Efxenistan Kabîlê li nêzî Wezareta Karên Derve teqînek pêk hat. Hate hînbûn ku di encama teqînê de mirî û birîndar hene û avahiya balyozxaneya Tirkiyê jî li herêmê ye.
Li paytexta Efxenistan Kabîlê li nêzî Wezareta Karên Derve teqînek pêk hat.
Hat ragihandin ku di encama teqînê de kuştî û birîndar hene, Berdevkê Polîsên Kabîlê Xalid Zadran jî diyar kir ku bûyer doh derdora seat 11:30an de pêk hatiye.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin teqîn di saeteke qelebalix a rojê de li qadeke ku li kolana ku gelek wezaret lê hene bi nuqteyên kontrolê hatiye dorpêçkirin pêk hat.
Hate hînbûn ku avahiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê jî li herêma mijara gotinê ye. (ÎLKHA)