• DOLAR 32.697
  • EURO 35.202
  • ALTIN 2444.096
  • ...
Li Senegalê ji ber qezayên otobusan tedbîrên nû hatin daxuyandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî qezaya otobusê ya 8ê Çileyê ku li Senegalê 38 kes mirin, li seranserê welêt tedbîrên nû hatin girtin.

Serokwezîr Amadou Ba ragihand ku di navbera 23.00-05.00an de otobusên ku rêwiyan û kelûpelên di navbera bajaran de dibirin, qedexe ye.

Ba da zanîn ku anîna lastîkên desta duduyan jî qedexe ye û destnîşan kir ku leza otobusên ku rêwiyan û kelûpelan hildigirin wê di saetekê de 90 kîlometre be.

Ba da zanîn ku tedbîrên nû yên hatine ragihandin wê di nava 72 saetan de dest bi tetbîqkirinê bikin û got, "Divê ev neyên taloqkirin û ne jî tawîz bê dayîn. Li hemberî kesên ku rêgezên ku ji bo ewlehiya welatiyên me hatine danîn binpê dikin, wê ti tawîz neyê dayîn."

Di 8ê Çileyê de li nêzî bajarê Kafrînê di encama lihevketina du otobusan de 38 kesan canê xwe ji dest dabûn û 87 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir