• DOLAR 32.697
  • EURO 35.202
  • ALTIN 2444.096
  • ...
Serokê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê Ahundzade: Minasebetên me yên dinyayê li gorî hiqûqa Îslamê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin ya Efxenistanê ve hat belavkirin Ahundzade, di dema zîyareta Kolordîya Leşkerîya El bedîr ya 205emîn de bi hinek fermandaran re hat cem hev.

Ahundzade di axavtina xwe ya li wê derê de weha got, “Minasebetên me yên bi dinyayê re li gorî hiqûqa şerîatê ye û ji bona me faktoreke dinê nayê qebûlkirin. Divê ku hûn xwe amade bikin, perwerdehîyên xwe bi dîsiplînî bikin di baregehên xwe de jî riayetê distûrên şerîatê bibin.”

Ahundzade di dawîya civînê de, got ku ew ji bona micahîdan û selameta gelê xwe duayê dike û di her şert û mercê de soza alîkarîyê ji wan re da. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir