Li Nîjeryayê êrîş li hêzên ewlehîyê hat kirin: 12 mirî
Di encama êrîşa çekdarî ya ku li Nîjeryayê li hêzên ewlehîyê hat kirin de 12 kes mirin.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Yekîneyên Parastina Sîwîl û Ewlehîyê yê Nîjeryayê Olusola Odumosu ve hat ragihandin; roja duşemê li herêma madenê ya Kurîgayê kesên çekdar êrîş birin li ser ewlehîyê û 12 endamên ewlehîyê kuştin.(ÎLKHA)