• DOLAR 32.215
  • EURO 35.049
  • ALTIN 2490.45
  • ...
HUDA PAR: Divê ku Tirkîye û Sûrîye bê navbeyknarî werin cem hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramanli di daxuyanîyê de derheqê hevdîtina Tirkîye a bi rejîma Sûrîyeyê re de axivî.

Hevdîtina normalbûnîyê ya bi Sûrîyeyê re

Ramanli destnîşan kir ku daxuyanîya Serokkomar Erdogan, ku derheqê hatine cem hev ya bi Serokê Dewleta Sûrîyeyê Beşşar Esad re, ji bo aştîya herêmî gaveke mûhîm e, herba navweyî ya Sûrîyeyê a ku bû 12 salan e didome û bûye sedema mirina bi sed hezaran sîvîlan êdî hewceye ku bi rêya mizakereya sîyasî bê dawîkirin.

Ramanli ragihand ku li Sûrîyeya ku bûye wek cîhê herba wekaletê ya Rûsya û Emrîqayê, çareserî encax bi hevkarîya herêmî wê bê tertîpkirin, “Emperyalîstên ku axên Sûrîyeyê ji xwe re kirine wek baregehek û hemû dewlemendîyên wan kedxwarîn dikin, helbet dixwazin ku bira kaos berdewam bibe. Divê ku daxuyanîya Emrîqayê ya ku gotibû ‘Em li hemberî hevdîtina Tirkîyeyê ya bi rejîma Sûrîyeyê re ne’ bi vê şeklê binirxînin. Ji ber vê yekê divê ku hevdîtinên ku di navbera Sûrîye-Tirkîye de rasterast û bê navbeynkarî bê çêkirin û divê ku menfeatên xelqê Sûrîyeyê li ber çavan bin. Divê ku Tirkîye, di vegerîna miltecîyan a bi şekleke ewle, nivîskirina makeqanûna nû û agirbestîya mayîn de çi li ser milê wê dikeve bi cî bîne.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir