• DOLAR 32.185
  • EURO 34.729
  • ALTIN 2424.527
  • ...
Li Qersê serwîsa xwendekaran qelibî: 1 mirî, 14 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa bi plaqeya 36 M 1338 ku di bin kontrola Yaşar P. de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare qelibî.

Di encama qezayê de xwendekareke 13 salî canê xwe ji dest da, 14 xwendekar jî birîndar bûn.

Xwendekarên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û şofêrê serwîsê jî ji bo ku îfade bide hat birin midurtîya ewlehîyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir