Li Senegalê du otobus li hev qelibîn: 40 mirî 100 birîndar
Di encama qezaya ku li Senegalê pêk hat de 40 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn.
Qeza li herêma Kaffrineya Senegalê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin du otobusên rêwîyan ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li hev qelibîn. Di encama qezayê de 40 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn.
Ji ber qezaya ku pêk hat li welêt ji bo 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin.(ÎLKHA)