Li Meksîkayê du trên li hev qelibîn: 1 mirî 57 birîndar
Di encama qezaya ku li Meksîkayê pêk hat de kesek mir û 57 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Meksîkayê du trên li ser xeta 3yemîn a metroya Mexîco Cîtyê li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek mir û 57 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)