Li Behra Egeyê bi pileya 4,8an erdhejek pêk hat
Li Behra Egeyê li nêzî navçeya Çeneqqeleyê erdhejeke bi mezinahiya 4,8an pêk hat.
Serokatîya Birêveberîya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD) derheqê bûyerê de daxuyaniyek da.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku erdhej di saet 09:39an de 10,75 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Heta niha derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatine bidestxistin (ÎLKHA)