Şêx Musa Turelê ji rîspîyên herêmê ye rehmet kir
Ji sermiderrisên Medreseya Oxina Bêdlîsê û Rîspîyên herêmê Şêx Musa Turel (67), di nexweşxaneya ku tedawîyê didît de wefat kir.
Wefata Şêx Musa Turelê kurê Şêx Asim û ji nevîyên Şêx Fethullah Varkanîsî yê ku bi sedan xwendekar perwerde kirîye û ‘emrê xwe ji Îslamê re feda kirîye hezkirîyên xwe gelek xemgîn kir.
Turelê ku di Nexweşxaneya Dewleta Bêdlîsê de tedawîyê didît, di seatên nîvroyê de canê xwe ji dest da. Cenazeya Turelê ew ê li gundê Oxina ku girêdayê Mutkîyê ye bê definkirin. (ÎLKHA)