• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Weqfa Êtîman rapora xwe ya sala 2022ya eşkere kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Êtîman ê ku ji êtîm û sêwiyan re li welat û derveyê welêt alîkarîya pere, ceyran, goştê qurbanê, cil û berg, qirtasîye, bîranîn û amûrên malê dide sêwiyan, rapora salane ya alîkariyê ya sala 2022an eşkere kir.

Li ser navê Weqfa Êtîman Alîkarê Serokê Giştî Menduh Emek raporê xwend.

“Di nav welat de ji malbatên êtîm re bi tevahî nêzî 5 milyon û 612 hezar û 157 TL alîkarî hatîye dayîn”

Emek derheqê alîkarîya ku di nav welat de belav kirine de weha got, “Bi dawîya sala 2022yan me di nav welat de ji zarokên xwe yên êtîm û dayîkên jinebîyan re 3 milyon û 611 hezar û 200 Lîre alîkarîya pere kir. Xweyn ji ev dayîna pereyê me di nav welat de ji êtîm û mihtacan re qasî 764 hezar û 663 Lîreyî kolîya xwarinê, qasî 611 hezar û 944 Lîreyî goştê qurbanê, 372 hezar û 333 Lîre cil, 6 hezar û 195 Lîre amûrên malê û qasî 23 hezar û 305 Lîreyî temîrên malê hatîye kirin. Di temamê van xebatan de me di nav welat de nêzî 5 milyon û 612 hezar û 157 Lîreyê alîkarîyê kirîye.”

“Bi tenê di nav welat de na, xebatên me yên di derveyê welat de jî hene”

Emek derheqê alîkarîyên xwe yên ku di derveyê welat de kirine de jî kir û weha got, “Xebatên me yên alîkarîyê bi tenê di nav welat de nîne, wek salên berê di derveyê welat de jî xebatên me didomin. Di vê çarçoveyê de me li Filistînê ji bona mehaneya êtîm û bexşên qurbanê 125 Lîre, li Bangladeşê mehaneyên êtîman, xercaneyên êtîmxaneyan, şîva germ, li Etîyopyayê jî ji bona bîrên avê û bexşên qurbanê 321 hezar 700 lîre, li Malîyê 4 hezar û 500 Euro, li Nîjeryayê 1 hezar û 200 dolar û 1 hezar Euro, li Tirkistana Rojhilat jî 90 hezar Lîre alîkarîya pere û li Yemenê jî mehaneya êtîman, 4 bîrên avê û ji bo bexşên qurbanê jî 331 hezar û 500 Lîre alîkarî hatîye kirin.”

Emek di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew li nav welat qasî 5 milyon û 612 hezar û 157 Lîre, li derveyê welat jî nêzî 2 milyon 765 hezar bi tevahî 8 milyon û 377 hezar û 157 Lîre alîkarî ji êtîm, sêwî û mihtacan re hatîye belavkirin.

“Ji hemû xêrxwazan û dildarên ku ji weqfa alîkarîyê kirine re sipasîyan dikin”

Emek ji hemû xêrxwaz û dildarên ku di van alîkarîyan de xwe kêm nehêştine û ji wan re alîkarîyê kirine re sipasîyan kir û weha got, “Em ji hemû dildar û xêrxwazên ku di ev dema ku cîhan di alîyê tenduristî û aborîyê de dema zehmet de derbas dibe de li welatên Tirkîye, Asya û Efrîqayê ferqî nekirina nav dîn, nîjad û mezhebê alîkarîyê kirine re spasîyên xwe teqdîm dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir