Li Nîjeryayê mînîbûs û qamyon li hev qelibîn: 18 mirî
Li bakura Nîjeryayê mînîbûsek û qamyonek serî li serî li hev qelibîn, di encama qezayê de herî kêm 18 kes mirin.
Qeza, li ser rêya Bauchi-Josa wîlayeta Bauchîyê pêk hat.
Li gorî medyaya welêt mînîbûsa ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir di rê de derbasê alîyê dinê bû û li qamyonekî qelibî.
Di encama li hev qelibîna wesayîtan de her du wesayît jî şewitîn. Di qezayê de bi tesîra şewatê jî 18 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)