• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Sembolê berxwedana Filistînê: Endezyar Yehya ‘Eyyaş
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yehya Abdullatîf Satî ‘Eyyaş, 6ê Adarê sala 1966an li gundê Rafata Filistînê hat dinyayê. Malbatê ‘Eyyaş derheqê meseleyên Îslamî de hessas bûn, piştî dibistana pêşî û dibistana navîn di zaningehê de mihendistîya Ceryanê xwend û di sala 1991an de ji zaningehê mezûn bû. Di dema zaningehê de di nav xebatên Îslamî de gelek xebatkar bû.

Di Sala 1985an de beşdarê hereketa Îxwanî Muslîmîn bû, li gundê Rafatê ya Ramallahê mesûlîyeta de’weta Îslamî bi cîh anî.

Yehya ‘Eyyaş mal û milkê xwe jî ji de’wa Îslamê re feda kir, bi yetenekên xwe yên taybet jî ji bona belavbûna de’wa Îslamê gelek feydekar bû…

Xebatên bi îxlasê ku ji bona de’wa Îslamê dikir, ji pirsgirêk û meseleyan re lênêrtina bi hiqmet, bi exlaq û edebê xwe di qelbê misilmanan de gelek tesîrdar bûbû.

Di demekî hindik de li Rafatê ji fealîyetên Îxwanê Muslîmê re bu mesul. Di salên 1988an û 1992yan de di temamî xebatan de wezîfe girt.

Bi qebîlîyeta leşkerî û yetenekên xwe di dema berxwedana Întîfadayê de îxtîyacîyên bombeyên bi destê xwe saz dikir, bi taktîkên leşkerî û metodên wî ji sîyonîstan re derbeyên mezin hat avêtin.

Erebeyekî ketiba destê sîyonîstan û ji ber vê yekê fealîyetên wî deşîfre bûbûn, di 25ê Nîsanê sala 1993yan de ket nav lîsteya rejima îşxalker a ku pir tê lêgerîn. Ji bona mihendîs di vê sirecê şunda di de’wayê de rêyekî dinê vebûbû. Ji bona berxwedanê, fealîyetên xwe êdî bi mehkûmî ew ê saz bike.

Ajanên şebeka terorê, cîhê Yehya ‘Eyyaş tespît kirin û ji teref bi destê hevalekî wî ve telefonekî yê ku tê de cîhaza guhdarkirinê û bombeyekî heye hat hedîyekirin.

Yehya 5ê Çileyê sala 1996an di kampa Cabalyayê de ji teref bavê wî ve bi telefonê hat lêgerîn. Balafira ku di wê esnê de li asîman difiriya xeberdana Yehya ji sîyonîstan re îxbar kir. Piştî teyîtkirina dengê Yehya, ji teref şebeka terorê bombeya ku di telefonê da ye hat teqandin. Di encama teqînê de Yehya şehîd bû.

Sîyonîstan şehîd kirina Yehya nederewandin. Piştî suîqastê, di çalakîyên sala 1996an de ku ji bona Yehya hat kirin, di çalakîyê de 60 sîyonîst hat kuştin.

Piştî Yehya ‘Eyyaşê ku fermandarekî bi qîmetê Îslamê ye, ji teref şebeka terorê hat şehîdkirin, şehadetê wî li Xezzeyê di merasîma ku bi beşdarbûna 250 hezar însanan de hat yadkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir