Emrîqa, dizîna neft û genima Sûrîyeyê didomîne
Yekîneyên Emrîqayê destnîşan kir ku 60 qamyonên ku neft û genim barkirî bûn ji herêmên ku di bin îşxalê de ne sewqê Iraqê hatine kirin.
![Emrîqa, dizîna neft û genima Sûrîyeyê didomîne](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/8S5cLbThLMKBphdk34s90Pesv3U=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/01/emriqa-dizina-neft-u-genima-suriyeye-didomine-3fbfc3e3.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku medyayên aîdê rejîma Sûrîyeyê belav kirine, 36 tankên ku neft barkirîne û hatine dizîn, ji teref hêzên Emrîqaya îşxalker ve li ser Derê Sînor ya Al-Mahmudiyahê ji bakurê Iraqê re hatîye birîn.
Xeyn ji van tankeran 24 qamyonên ku neft û genim barkiribûn jî li ser Derê Sînora El Welîdê ji bakura Iraqê ve hatîye birîn.
Gelek bajarên wek bajarên Heseke, Dêrezor û Reqqa ji teref DSGyê ku ji alîyê Emrîqayê ve tê piştgirîkirin ve tê kontrolkirin. Artêşa Emrîqayê ji sala 2015an heta niha, li herêmê 9 baregeha leşkerî ava kirîye. Emrîqa, pirî caran gelek tiştên xelqê Sûrîyeyê wek neft û genim didize û derdixe derveyê welat. (ÎLKHA)