• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Rejîma îşxalker Filistînîyê 16 salî qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Amîr Ebu Zeytunê (16) Filistînî, di encama êrîşa rejîma îşxalkeran ya ku nîvê şevê êrîşî kampa miltecîyan a Balataya ku girêdayê bajara Nablusê ye kir de gule li serê wî ket û canê xwe ji dest da.

Çeteyên rejîma îşxalker a sîyonîstên ku dixwestin malekî yê ku li kampa miltecîyên Balatayê ye dorpêç bikin, êrîşî Filistînîyan kirin. Di encama êrîşê de Amîr Ebu Zeytun şehîd bû û 2 Filistînî jî birîndar bûn.

Hêzên îşxalkeran, di dema êrîşa ku guleyên rastî û plastîkî bikar anîtin de, bombeyên deng û xaza ku çavên mirovan dişewitîne jî şixulandîye.

Ji teref artêşa îşxalkeran ve hêj tu daxuyanîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir