Erebeya ku leşker tê de bûn li tirê qelibî: 2 leşker canê xwe ji dest dan, 2 birîndar
Li ser rêya Qonya-Edeneyê qamyoneke biçûk yê ku leşker tê de bûn ji paş ve li tirekî qelibî, di encama qezayê de 2 leşker canê xwe ji dest dan, 2 leşker jî birîdandar bûn.
![Erebeya ku leşker tê de bûn li tirê qelibî: 2 leşker canê xwe ji dest dan, 2 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/fQUUD7i5k1j4JDr5685ZWTcJU88=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/01/erebeya-ku-lesker-te-de-bun-li-tire-qelibi-2-lesker-cane-xwe-ji-dest-dan-2-birindar-86ac6957.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeza, li ser rêya Qonye-Edeneyê di kîlometreya 15emîn de pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, qamyoneke biçûk yê ku leşker tê de bûn, ji ber mijê tira pêşîya xwe ferq nekir û lê qelibî.
Di encama qezayê de 2 leşker canê xwe ji dest dan, 2 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Bajar yê Qonyayê. (ÎLKHA)