Li Dîyarbekirê 3 kes bi navê parsektîyê ketin nav malekî û zêran dizîn
Li gundeke Bismila Dîyarbekirê 3 pîrek, di bin navê parsektîyê de ketin nav malekî û ji wê malê qasî 200 hezar TLyî zêran dizîn.
Bûyer, li Gundê Perişana Bismilê pêk hat.
Li gorî îddîayan 3 pîrek di bin cilê parsektîyê tênê gund. Dizan, çavikên ku di odeya razana ya aîdê R.Y. ye de şikandine û zêrên ku di nav çavikê de ne û qasî 200 TLyî ye dizîyan û revîyan.
Xwedîyê malê yê ku zêrên xwe li cîhê wê nedît, xeberê ji cendermeyê re şîyandin.
Cenderme, ji bo dizên ku revîyane biqefêle xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)