• DOLAR 34.447
  • EURO 36.303
  • ALTIN 2837.002
  • ...
Urdun, ji rejîma îşxalker re notaya protestoyê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezaret di daxuyanîya ku kir de hişyarî da ku ger rejîma îşxalker van îxlal û êrîşên xwe yên li dijî pîrozbahîyan, ew ê rakêşîyê zêde bike.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji balyozê Îsraîlê re ji bo ku demildest ji rêveberiya xwe re bigihîne nameyeke nerazîbûnê hat dayîn û tê de tekez kir ku Îsraîl weke hêzeke îşxalker divê erkên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî bi cih bîne.”

Di notaya protestoyê de bang li rêveberiya îşxalê hat kirin ku dawî li hemû tedbîrên destwerdana ku nayên qebûlkirin di karûbarên Mescidî Eqsayê de bîne, bal kişand ser wê yekê ku Weqfa Quds û Rêveberiya Mizgeftê desthilata qanûnî ye ku xwediyê desthilata taybet e ji bo birêvebirina hemî karûbarên mizgeftan û birêkûpêkkirina hatinûçûnê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir