• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
HUDA PAR: Tirkîye, divê ku bi Sûrîyeyê re rasterast û bê navbeyknarî hevdîtinê bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Emîroglu di daxuyanîya xwe de derheqê şoba Covid-19ê, hevdîtina Tirkîye ya bi Sûrîyeyê re û minasebetên Tirkîye ya bi rejîma îşxalker re de nirxên partîya xwe got.

“Rêwîyên ku ji Çînê tên divê ku tabi’ê testa Covid-19ê bibin”

Emîroglu di daxuyanîyê de bal li ser zêdebûna weqayên Covid-19ê a li Çînê kişand û weha got:

“Rêveberîya Çînê, astengîyên hejmarê rêwîyan û seferan a ji seferên navneteweyî re di Adara 2020an de ji ber şoba Covid-19ê anîtibû, ew qerar girt ku bi 8ê Çileya 2023an wê qerarê rabikin. Li gorî mitebeqetên nû rêwîyên ku ji derveyê welat tênê nav welat, berîya seferê êdî mecbûr namîne ku ji balyozxaneya Çînê an jî ji konsulxaneyan qoda tenduristîyê bistînin.

Weqayên zêde yên ku di demên dawîn de çêdibin dibin sedema diltirsîyê. Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ji hikûmeta Çînê re ji bona ku nirxandineke berfireh û mezin dikaribe bikin banga ‘belavkirina daneyan û derheqê weqayan de domandina lêgerînan’ kir.

Gelek welat ji ber zêdebûna weqeyan ji rêwîyên ku ji Çînê tênê re mecbûrîtîya testê û qerantîyê anîtin. Cîhê Tirkîye yê jeopolojîk û ji bo çûndin û hatinê de wek cîheke rawestgehekî ye, mecbûr dihêle ku ji rêwîyên ku Çînê tênê re tedbîrên mezin bê girtin. Di vê çarçoveyê de gerek Tirkîye, di micadeleya bi şobê ve de wext winda neke û rêwîyên ku ji Çînê tênê tabi’ê testê bike.”

“Divê Tirkîye hemû minasebetên bi sîyonîstan re dawî bike”

Emîroglu di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku hikumeta îşxalkeran a ku ew ê Binyamin Netanyahu serokatîyê bike, di peymanên bi tevî hevparên xwe re îmze kirîye de, dibêje ku “Filistînî bila ji welatîyê bên derxistin, bên dersînorkirin û ji cîhên qaçax re jî statûya mehellî bê dayîn”

Emîroglu diyar kir ku rêveberê mehellî di dewra nû de miameleya xwe bi nîjadî û êrîşdarî zêdetir bike û ev tiştê jî ji cîhanê re dide daxuyandin, “Ji sala 2005an ku NY li herêmê dest bi girtina qeydan kiribû heta niha, di sala 2022yan de di êrîşên bi xwîn yê ku dem bi dem dike de ji bo Şerîaya Rojava ‘sala herî bi mirin’ da qeydkirin. Hevkarîkirina bi rejîma îşxalker a sîyonîst re ku ew li Filistînê roj bi roj rewşê xerabtir dike û di nav xwe de jî tên protestokirin ne bi eqleke baş e. Her îmzeya ku bi rejîma îşxalkeran re tê avêtin ji bo Filistînîyan tê me’neya mirin û xerakirinê. Em di vê warî de ji Tirkîyeya ku sefîr tayîn kirîye re bang dikin ku bila hemû minasebetên xwe yên bi îşxalkeran re dawî bike û alîkarîyê ji berxwedanê re bide. Nexwe wan sîyonîstan ew ê qîma xwe bi ‘erdên Filistînîyan tenê neynin û wek ûr û qanserê li hemû herêmê belav bibe.”

“Tirkîye, divê ku bi Sûrîyeyê re rasterast û bê navbeyknarî hevdîtinê bike”

Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu bibîr anît ku Tirkîye piştî 11 salan bi navbeynkarîya Rûsyayê cara yekem bi asta bilind li Moskovayê bi Sûrîyeyê re hevdîtinê kir, “Wezîrên Parastinê yên Tirkîye, Sûrîye û Rûsya di civîna ‘ewil de hatin cem hev. Tê plankirin ku ew ê Wezîrên Karên Derve jî di nav meha Çileyê de civînek lidar bixin û ev plan jî ji raya giştî re hat daxuyandin.”

Emîroglu, bal kişand ku ji bo çareserîya li Sûrîyeyê alîgiran bi hevdîtina rasterast gelek muhîm e, “Bi ratsî divê ku welatên herêmê pirsgirêkên ku di navbera wan de hene ne hewceye ku bi navbeynkarîya emperyalîstan çareser bikin gerek ew di nav xwe de bi rêya sîyasetê çareser bikin. Berdewamkirina herba di navbera Sûrîyeyê de ya ku ji sala 2011an heta niha didome di serî de ji mihaciran re, ji xelqê Sûrîye û ji welatên herêmê re tu feydeya wê tuneye. Mehkûmkirina ev pêvajoyî ji pêvajoyeke bêçareserîyê re him ew ê krîza însanî bide domandin him jî ji midexeleyên nû û pevçûnên nû re derî vebike.”

Emîroglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Divê ku Tirkîye bi Sûrîyeyê re di bingeha agirbestîya mayîn, çêbûna aştî û îstîqrarê, vegerîna miltecîyan bi şekleke ewle û başkirina şertên însanî rasterast û bê navbeynkarî hevdîtinê bike. Divê ku welatên emperyal yên ku sibêroja xelqê Sûrîyê dike binê îpotekê ji faktortîya herî muhîmtîyê bên derxistin. Ji holê rakirina fikarên ewlehiyê nabe ku bibe sedema paşguhkirin an neheqiya tu komeke civakî ya etnîkî û mezhebî.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir