Hejmara 55emîn a Kovara Kelhaamedê derket
Hejmara 55yemîn a Kovara Kelhaamedê bi sernava “Xwendina Dîroka Kurdan Ji Nû Ve” hat çapkirin.
Di vê hejmara nû ya Kelhaamedê de bal hatin kişandin li ser dîrok û zimanê Kurdî û polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên ku li ser zimanê Kurdî tên kirin.
Di nivîsa danasînê ya vê hejmarê de derheqê naveroka vê hejmarê de wisa hat gotin:
Xwendevanên hêja!
Di vê hejmara xwe de me mijarek ji mijarên gelek girîng da ber xwe. Hişmendiya dîroka Kurdî. Giringiya mijarê ev e: Çimkî dîroka qewmekî mêjî û hafıza wî ye. Naskirina dîroka Kurdan naskirina wan bi xwe ye. Kesê ku naxwazin Kurdan nasbikin dîroka wan înkar dikin. Her wiha kesê ku dixwazin Kurdan ji bo meqsedên xwe bikarbînin û ber bi cînî din ve bikşînin dîroka wan texrîf dikin, îfrat û tefrîtê tê de çêdikin.
Nivîsên me yên vê hejmarê jî didin zanîn dîroknasî û dîrokjiyanî bê çiqasa girîng e. Sernivîsa me ya ku di vî derbarî de hatiye nivîsandin dibêje, ji bona dîrok ji nû ve were nivîsandin lazim e ji nû ve were xwendin. Û dide îsbatkirin dema dîrok ji nû ve were xwendin wê diyar bibe ku dîroka Kurdan gelek bi quwwet e û dîroka ummetê ye. Ji bo vê mijarê me bi pisporê dîroka Kurdan mamostayê zanîngeha Zaxoyê Prof. Dr. Ferset Mer’î re li ser xwendinên dîroka Kurdan hevpeyvîn kir. Ferset Mer’î derhqê eslê Kurdan, dîn û çand û tekoşîn û Muslumanbûn û nakokîyên wan û hewldanên siyasî li ser dîroka Kurdan xeber da û gelek xalên ğerîb derxist holê. Gelek mesela jî ronî û zelal kir. Em bawer in wê xwendevanên me gelek jê îstîfadebikin.
Di vî derbarî de nivîskarê me Cewad Qemerî rûpelek ji hewadisên nêzîkdîroka me bi uslûba taybet a Kurdayetiyê ji me re vekiriye. Ev nivîs xwendevan di navbêna ‘eqlê selîm û dilsojiyê de dibe û tîne. Zewqa edebiyata Kurdî a devkî û nivîskî bi hev re hatine hûnandin.
Şerîf Emin li ser çand û taybetmendiyên Kurdan nivîsandiye. Dîrok û edebiyata ku ji Kurdistanê peydabûye û qewmê Kurd ji qewmên din cuda kirine em di vê nivîsê de baştir dibinin. ‘Ebdulbaqî Botî di dîroka Kurdan de rola medresan nivîsandiye. Yûsuf Arifoğlu, “Monna Rosa” şi’ra Sezai Karakoç şa’irê zana, tercemeyî Zazakî kiriye. Îbrahîm Tawzi jî bi Zazayî li ser Mu’az Kurê Cebel nivîsiye.
Di meha 10’an de li Diyarbekir konferansa “Hevdîtina ‘Ulema a Heftemîn” hat tertîbkirin. Di vê konferansê de mijara “Mes’ûliyeta ‘Ulema li hember muşkîleyên Kurdan” ji ber ku têkiliya wê bi naverokên me re hebû me ji we re anî û xist nav nivîsên xwe. Her hejmarekê emê beşekê jê bidin înşaallah. Her wiha encamnameya konferansê jî em pêşkêşî we dikin. Her nivîsek me qîmetkî wê yî taybet heye.
Em şukr û teqdîrên xwe pêşkêşî nivîskarê xwe dikin. Cehd ji me, tewfîq ji Xweda, xwendin ji xwendekaran.”(ÎLKHA)