• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Qîzika ciwan li ser sînora Belarus-Polonyayê qufilî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qîzika bi navê Ranya Ahmed El-Nesar ya 26 salî ku bi tevî bavê xwe dixwest ku derbasê Ewrupayê bibe qfilî û canê xwe ji dest da.

Li ser sînorê navbera Polanda û Belarusyayê, bavekî Sûrî li kêleka ceseda qîza xwe rûniştiye û bi ser de digirî.

Bavekî Sûrî li kêleka ceseda qîza xwe rûniştiye û bi kelegirî bi ser de digirî. Dîmenên derheqê bûyerê de di roja 30ê Kanûna 2022an de li ser medyayên civakî hatine belavkirin.

Bav û qîza xwe xwestine ku herin Ewropayê, lê di rê de qîza wî dimire, ew jî bi neçarî li kêleka ceseda wê rûdine û bi ser de digirî û dibêje, “Weleh ez ji bo te hatim, te jî min tenê hêşt û çûyî.”

Qîz û bavê xwe ji Sûrî koçê Urdunê bûbûn, ji wir jî derbasê Belarusyayê bûne û ji wê derê jî bi qaçaxî berê xwe dabûn Polandayê.

Hatiye îdiakirin ku polîsên Polandayê li ser sînor alîkariya wan koçberên Sûrî yên perîşan nekirine û ew siwarî erebeyê nekirine û nebirine nexweşxaneyê, di encama bûyerê de qîzik ji serma û seqemê canê xwe ji dest daye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir