Li Meksîkayê êrîş li girtîgehê hat kirin: 10 jê gardiyan 14 mirî
Li Maksîkayê di girtîgehekî de pevçûn derket, di encama pevçûnê de 10 jê gardiyan 14 kes mirin.
Ji Navenda Ji nû ve entegrasyona Civakî ya Dewletê ya Hêjmar 3 ya Girtîgeha Juarez a li wîlayeta Chihuahua re, ji teref komek ku bi wesayîtên zirxî êrîş hat kirin.
Hat diyarkirin ku di bûyerê de 10 gardiyan û 4 girtiyan canê xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku di êrîşa çekdarî de 13 kes birîndar bûne û herî kêm 24 girtî reviyane.
Hat ragihandin ku li girtîgehê rewş di bin kontrolê de ye û têkildarî bûyerê 5 kes hatine binçavkirin. (ÎLKHA)