Rejîma îşxalker êrîş li Cenînê kir: 2 şehîd, 8 birîndar
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîş li bajara Cenîn a ku li Şerîaya Rojavaya ku di bin îşxalê de ye kir, di êrîşê de 2 Filistînî şehîd bûn.
Di dema êrîşa ku li gundê Kefr Danê hat kirin de 2 ciwanê Filsitînî hatin şehîdkirin, 8 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku navê şehîdan Muhammed Samir Huşiye yê 21 salî û Fuad Mahmud Ahmed Abidê 17 salî ye.
Kampa Miltecîyan a Cenînê ku wek navenda komên berxwedanê ye, dem bi deme dûçarê êrîşê îşxalkeran dibe û di van êrîşan de jî pevçûn derdikevin.
Rejîma îxşalker di sala 2022yan de li Şerîaya Rojava 168, li Xezzeyê 52 bi tevahî 220 Filistînîyan şehîd kirîye.
Îşxalkeran, di van êrîşan de ji 9 hezarî zêdetir Filsitînîyan birîndar kir, 950 xanîyan xera kir û dest da ser 113 û 435 donim ‘erdên Filistînîyan. (ÎLKHA)