Li Sûrîyê êrîşên DAÎŞê: 22 mirî
Di encama êrîşên endamên DAÎŞê li dijî hêzên rejîmê li çolên Sûrîyeyê de 22 kes mirin.
Di 24 saetên dawî de endamên DAIŞê êrîşî baregeheke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyeyê li çola Palmîra, bîreke petrolê li Dêrezorê û baregeheke hêzên berevaniyê yên li başûrê welat kirin.
Hate ragihandin ku di van êrîşan de 12 karkerên zeviyên petrolê, 5 endamên hêzên rejîmê û 5 endamên hêzên parastinê jî di nav de 22 kes hatine kuştin. (ÎLKHA)