• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li ser rêya Sêrt-Êlihê qeza: 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li nêzê Gundê Şen a ku girêdayê Misirca Sêrtê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya ku ji alîyê Misircê ve diçû, li erebeyake din ya ku ji alîyê Êlihê ve diçû qelibî.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de Aynur Cancan (39), Bahattîn Cancan (47), Delal Kurt (6), Sîbel Kurt (36), Sezgîn Aydin (44) û Denîz Aydin (46) birîndar bûn.

Mirovên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir