• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Hamas: Ger ku yekîneyên îşxala Cihûyîyan bê firehkirin em ê berxwedanê zêde bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lîderê Hamasê Henîyye di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku meylên siyasî û rewşenbîrî yên hikûmeta bi navê ku di bin serokatiya Benjamin Netanyahu de hatiye avakirin atmosferê gurr dike.

Heniyye bal kişand ser vê yekê ku li hemberî pêşnûmeyên hikûmeta nû ya îşxalker armanca gelê Filistînê berxwedan û çêkirina yekîtîyê ye.

Henîyyeyê der barê xebatên berfirehkirina yekîneyên îşxalker ên cihûyan da weha got, "Ew ê bi mezinkirina berxwedanê û berfirehkirina qada berxwedanê bersiva îşxalkeran bidin û ji bo ku sîyonîstên îşxalker ji Filistînê derxînin dê hemû îmkanan bi kar bînin."

Di bernameya hikûmeta nû ya Netanyahûyê ku bi partiyên siyonîst û ultra-ortodoks re koalîsyonek ava kir de hat gotin ku "Cihûyan xwedî mafekî xwedî îmtîyaz û bê şik in ku li hemû axa rejîma îşxalker bijîn û dê yekîneyên îşxalker ên cihûyan bên avakirin û bê nîqaşkirin. Li Çola Necef û herêma Celîlê, Şerîeya Rojava û Girên Golanê yên îşxalkirî jî di nav de berfireh bûye." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir