• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Putîn: “Em di meseleya Ukraynayê de ji mizakereyê re amade ne”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Dewletê ya Rûsyayê Putin, beşdarî bernameya rojnamevaneke Rûs bû û derheqê rojevê de daxuyanîyên taybet da.

Putinê ku derheqê herba ku bi Ukraynayê re tê kirin de axivî weha got, “Em ji bo mizakerekirina bi meseleyên ku bi alîgiran re bê qebûlkirin amade ne.”

Putin, got ku planên hemberên herêmî a bi stratejîya “parçe bike û îdare bike” li ser Rûsyayê heye, armanca rojavayê heye ku Rûsyayê parçe bike.

Putin di axavtina xwe de weha got, “Ew her dem ev tiştê dikin. Lê armanca me gihandina xelqê Rûs e. Ez wisa difikirim ku em di alîyê rast de hereket dikin. Em menfeatên xwe yên neteweyî û menfeatên xelqê xwe diparêzin. Çareyeke me ya ku em vîya nekin tineye. Em ji bo mizakerekirina bi meseleyên ku bi alîgiran re bê qebûlkirin amade ne, lê ev bi wan maye. Ev ê ku mizakareyê red dike em nînin, ew in.”

Putin, got ku wan patrîotên ku Emrîqa qerar girtîye ku ji Kîevê re bişîne ji bona wan ew ê bibin hedefên meşrû û ji sedî 100 li wan fûzeyên patrîotê bixin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir