• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê: Îslam pîvana me ya di siyasetê de ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Divê bê zanîn li welatê Mislimanan tiştên ku ne li gorî bawerî û eqîdeya Mislimanan e nikarin bên kirin”

Yapicioglu di hevdîtina ku kir de destnîşan kir ew ji roja ku dane rê vir ve  di siyasetê de ji xwe Îslamê kirine pîvan û  dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xwedayê Teala ji bo me însanan pîvanek û sînorek danîye.Çawa ku di her qada jiyana me de pîvan Îslam be di siyasetê de jî pîvana me Îslam e. Em mecbur in ku di daîreya meşrû de bimînin. Ev bû 20 sal ku Misliman li îqtîdarê ne. Me zen kir ku êdî Îslam bûye îqtîdar û ew ê dewlet nesleke dîndar derîne holê. Lê aqûbet çi bû? Îro em gazinan dikin û dibêjin rewşa xortan nebaş e. Perwedekirina nesleke dîndar wezîfeya civaka sîwîl e.Yanî wezîfeya me û we ye. Belê hinek tişt hene ku divê ji teref hikûmetê ve bên kirin. Divê bê zanîn li welatê Mislimanan tiştên ku ne li gorî bawerî û eqîdeya Mislimanan e nikarin bên kirin.”(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir