Li Japonyayê 19 hezar mal bêceyran man
Ji ber berfa ku ji heftîya borî ve dibare li Japonyayê 19 hezar mal bêceyran man.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin berf her ku diçe tesîra xwe li Japonyayê nexasim jî li Hokkaîdoya parêzgeha Japonyayê zêde dike. Tê diyarkirin ji ber berf û bagerê li parêzgehê ceyran qût bûn û 19 hezar mal bêceyran man.
Tê diyarkirin heta niha hêrî kêm 10 kes canê xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)