Şewata daristana li Şîlîyê belavê 400 xanîyan bû
Şewatên daristanê yê ku li bajara Vina del Mar a li herêma Valparaisoya Şîlîyê ye mezin bû û belavê cîhê şênîyan bû.
![Şewata daristana li Şîlîyê belavê 400 xanîyan bû](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/sc_HCQdJbfEqHTKu9JkeLBiA2bI=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/51/sewata-daristana-li-siliye-belave-400-xaniyan-bu-7d4e6a18.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Şewata ku bi tesîra baya tund belav bû, gihaşt cîhê şênîyan. Li gorî diyarîyên ‘ewil ji 400î zêdetir xanî di nav agir de man.
Di encama şewatê de 2 kes canê xwe ji dest dan û Serokê Dewleta Şîlîyê Gabriel Boric daxuyand ku ew li herêmê rewşa acîl îlan kirine.
Borîc weha got, “Em bi wek hikumeta Şîlîyê pêşevanîya me ewlehîya xelkê ye. Em ê ji bona ku kontrola şewatê bidest bixin hemû tiştên xwe seferber bikin.” (ÎLKHA)