• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
Welatiya Îngîlîz Philippa Claire ku li ser Îslamê lêkolîn kir, bû misilman
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo welatiya Îngîlîz Philippa Claire ku di encama xwestek û lêkolîna xwe de biryar da ku bibe Misilman, li Muftîtiya Navçeya Yuregîrê merasîma îhtîdayê hat lidarxistin.

Di merasima ku li Miftiyê Navçeya Yuregîrê ya Edeneyê hat lidarxistin de Claire bi anîna Kelîma Şehadetê Misliman bû.

Di merasima ku bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir de Miftiyê Navçeyê Dr. Suleyman Şahîn got ku bingeha Îslamê baweriya bi hebûn û yekîtiya Xweda ye.

Philippa Claire ya ku li welatê xwe Midûrê Xizmetên Civakî ye, diyar kir ku ew ji ber misilmanbûna xwe pir kêfxweş e û diyar kir ku ew bi lêkolînê, ji rojî û nimêja mêrê xwe ya di Remezanê de dikir û digirt, ji xewna ku di dema xwe de dîtiye, Îslamê hîn bûye. Lêkolîna li ser Îslamê, û di vîdyoyeke ku temaşe dikir de ev gotina, "Eger hûn ê bibin misilman hûn li benda çi ne, heke ne niha, wê kengê?" bihîst ku ew bi vê gotinên tesîrdar bûye û bi îradeya xwe Îslamê qebûl kirîye.

Paşê, Claire ku bi anîna Kelîma Şehadetê li ber şahidan misilman bû, navê "Reyhan" li xwe kir û ji aliyê Miftiyê Navçeyê ve belgeya guhertinê û gelek pirtûkên Weşanên Karûbarên Diyanetê pêşkêşî wî kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir