• DOLAR 35.392
  • EURO 36.514
  • ALTIN 2999.93
  • ...
Êsîrê nexweş yê Filistînî Nasir Ebû Humeyd di zindanên îşxalkeran de şehîd bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku girtiyê nexweşê penceşêrê Nesir Ebû Humeyd ê 50 salî ku di zindanên siyonîstên îşxalker de ye û xelkê kampa El-Em'erî ya li Ramallahê ye, li nexweşxaneya Esaf Harofeh a ku lê dihat dermankirin şehîd bû. Komîteya Girtî û Azadîxwazên Filistînê ragihand ku rejîma îşxalker bi qestî Ebû Humeyd tedawî nekirine û şehîd bûye.

Di daxuyaniya heyetê da hat destnîşankirin ku Nasir Ebû Humeyd ê ku êsîr girtî ye, ji ber xemsariya siyonîstên îşxalker bi qestî ji girtiyên nexweş ên Filistînî re wê her kêliyê bimire û siyonîstên îşxalker jî nexwest ku Ebû Humeyd serbest berdin. bang li girtiyê nexweşiya pençeşêrê kir ku rojên xwe yên dawî bi malbata xwe re derbas bike.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyê Ebû Humeyd ji Tebaxa 2021an û vir ve dest bi xirabûnê kiriye, hate zanîn ku şehîd Ebû Humeyd bi pençeşêra pişikê ketiye û Rejîma îşxalker a siyonîst bi qestî dermankirina Ebû Humeyd paşxist, tevî ku bijîşkan dibêjin kemoterapî, divê di zûtirîn dem de dest pê bike.

Şehîd Ebû Humeyd ku ji aliyê dadgeha îşxalê ve 7 caran cezayê muebetê û 50 sal êsîr girtiye, ji sala 2002an ve di zindanên îşxalkeran de êsîr tê girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir