Derheqê bûyera ku 9 koçber mirin de 2 kes hatin girtin
Li Rihayê 9 koçber ji ber qezaya ku mînîbûsek ket nav qenala avdanê canê xwe ji dest dabûn, derheqê bûyerê de 2 kes hatin girtin.
![Derheqê bûyera ku 9 koçber mirin de 2 kes hatin girtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/RQ0J2NvgUrFHF6cP75fAYPzPQNY=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/51/derheqe-buyera-ku-9-kocber-mirin-de-2-kes-hatin-girtin-ffe6c4cf.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ji ber sedema mînîbûsa ku di 16ê Kanûnê de li navçeya Harrana Rihayê ketibû nav qenala avdanê 9 koçber canê xwe ji dest dabûn.
Di tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin de, 2 kes hatin girtin û hatin şandin girtîgehê. (ÎLKHA)