Cenazeyên 8 Filistînîyên li nêzî Tunusê di behrê de xeniqîn hat anîn Xazzeyê
Hat ragihandin cenazeyên 8 Filistînîyên ku berî vê du mehan li nêzî Tunusê di behrê de xeniqîbûn hat anîn Xazzeyê.
![Cenazeyên 8 Filistînîyên li nêzî Tunusê di behrê de xeniqîn hat anîn Xazzeyê](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/w6kQlREr8p33LP08NC6Syc2USgo=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/50/cenazeyen-8-filistiniyen-li-nezi-tunuse-di-behre-de-xeniqin-hat-anin-xazzeye-48c30818.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Berî vê du mehan li nêzî bajara Zerzîsê keleka ku koçber tê de bûn binav bûbû û gelek koçberên ku kesên Filistînî jî di nav wan de bûn canê xwe ji dest dabûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin cenazeyên 8 Filistînîyên ku berî vê du mehan li nêzî Tunusê di behrê de xeniqîbûn hat anîn Xazzeyê. Ji bo Filistînîyên ku cenazeyên wan hat anîn merasîma pêşwazîkirinê hat tertîpkirin û dû re bi beşdarbûna gelek kesan hatin definkirin.(ÎLKHA)