• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Ji HAMASê li hember îşxalkeran banga parastina Eqsayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma îşxalker û komên sîyonîst û îşxalkeran, berîya Îda Hanuka ya ku sibê dest pê dike, daxuyandin ku ew ê êrîşan li Mescîdî Eqsayê bikin.

Tê hêvîkirin ku îşxalkeran, ‘îdê behene bikin û bikevin nav Mescîdî Eqsayê, di Mescîdê de jî şamdanên heft mil yê ku wek nîşana Cihûyîyan tê zanîn pêxin, reqsên bêedeb bikin û ayînên xwe yên Talmudîkê pêk bînin.

Îda Hanukaya Cihûyîyan ew ê di 18ê Kanûnê de dest pê bike û wê 8 roj bidome.

Berdevkê HAMASê Muhammed Hammade jî, bang li xelqê Filistînê kir ku li hember ev êrîşê bila seferber bibin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir