Li Peruyê di xwepêşanên li dijî hikûmetê de 20 kes mirin
Li Peruyê bûyer û xwepêşanên ku ji ber fesihkirina hikûmetê dest pê kirin her ku diçin zêdetir dibin.
![Li Peruyê di xwepêşanên li dijî hikûmetê de 20 kes mirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/UhXoObKPWKfEhcwk5Aa3Mm6q8lM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/50/li-peruye-di-xwepesanen-li-diji-hikumete-de-20-kes-mirin-c53a9af0.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber bûyeran heta niha 20 kes canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ji ber bûyeran heta niha 20 kes mirin û 63 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)