Li Fasê avahî hilweşîya: 3 mirî
Li bajara Qazablankaya Fasê di encama hilweşîna avahîyekî de 3 kes canê xwe ji dest dan.
Bûyer, li Taxa Samaraya bajara Qazablankayê pêk hat.
Li gorî medyaya welêt, avahîyeke 3 qatî ji ber sedemeke ku hêj nediyare hilweşîya.
Di encama bûyerê de 3 kes canê xwe ji dest dan.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)