Li Diyarbekirê qeza: Birîndarek
Li ser Rêbeja Diyarbekir-Rihayê di qezaya trafîkê de kesek birîndar bû.
Bûyer, di derdora seat 11.30an de li jêrzemîna nêzî Nexweşxaneya Welidînê ya Diyarbekirê pêk hat.
Li gorî agahiyan, qeza ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê winda kirîye qewimîye.
Ekîbên tenduristiyê û trafîkê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî mudaxeleya ewil a li cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyê û der barê bûyerê de Tehqîqat hat destpêkirin.
Hat îfadekirin ku rewşa birîndar baş e. (ÎLKHA)