Li Qeyserîyê qezaya zîncîrî: 5 birîndar
Li navçeya Melîkgazîya Qeyserîyê erebeya ku di elektrîka sor de derbas bû, bû sedema qezaya zîncîrî. Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.
ji cihê qezayê de ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Kesên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Di erebeyan de xesareke mezin ya meddî pêk hat.
Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)